Dewleta Tirk parzûngeha sotemeniyê ya li Tirbespiyê bombebaran kir

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker parzûngeha sotemeniyê ya li dora zeviyê Ewde yê başûr rojhilatê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê bombebaran kir.

Dewleta Tirk parzûngeha sotemeniyê ya li Tirbespiyê bombebaran kir
25 cotmeh, 2024   02:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker bombebarankirina herêmên BAkur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Nûçegihanên me ragihandin ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk parzûngeha sotemeniyê ya li nêzî zeviyê Ewde yê başûr rojhilatê bajarê Tirbespiyê bombebaran kir. 

Lê agahiyên der barê encamên bombebaran de nehatin bidestxistin.

Her wiha tevgereke zêde ya balafirên keşfê û yên şer li asîmanê herêmê heye.

(şx)

ANHA