Dewleta Tirk li Amûdê welatiyek birîndar kir

Dewleta Tirk a dagirker Hola Kerem  li navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê bombebaran kir. Di encamê de welatiyek birîndar bû.

Dewleta Tirk li Amûdê welatiyek birîndar kir
25 kanûn, 2023   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker Hola Kerem a li rojhilatê navçeya Amûdê ya li kantona Cizîrê bombebaran kir. Di encamê de welatiyek birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.

Ji 23’yê Kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û ji saetên sibehê ve li Qamişloyê gelek cihên xizmetguzariyê kirin hedef.

Li gorî agahiyên destpêkê  di encama êrişên  8 welatî birîndar bûne.

(he)

ANHA