Dewleta Tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kirin.

Dewleta Tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
19 sibat, 2025   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews’ê di saetên sibehê zû de, balafiran destpêkê çiyayê Metînayê 3 caran bombebaran kiriye.

Li gorî heman çavkaniyan, balafirên şer piştî wê di saet 08:30’an de jî gundên Guherzê û Bilavê yên Amêdiyê ya ser bi Dihokê, 2 caran bombebaran kiriye.

Herwiha balafirên artêşa Tirk a dagirker di saet derdora 10:00’an de jî gundên Sergelê, Guherzê û Bilavê 4 caran bombebaran kirine.

Tê gotin li herêmê liv û tevgera balafiran dewam dike. Derbarê ziyanan de agahî nehatin standin.