Dewleta Tirk êrişî kir: 9 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker gundê Aşmê Iwêna yê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 9 kes birîndar bûn ku piraniya wan zarok in.

Dewleta Tirk êrişî kir: 9 kes birîndar bûn
8 sibat, 2025   14:52
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji herêmê ragihandine, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker gundê Aşmê Iwêna yê başûrê bajarê Kobanê bombebaran kir. Di bombebaranê de 9 kes birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne: Îbrahîm Mihemed Hebeş (13), Rodî Mihemed Hebeş (12), Muslim Yasir Hebeş (13), Mihemed Yasir Hebeş (15), Eyşe Cemal Îsmaîl (28), Huda Salih Hemo (20), Îbrahîm Salih Hemo (17), Ebdullah Îsamîl Hemo (3) Ciylan hemo (2)

Birîndar veguhestine Nexweşxaneya Kobanê.

(bb)