Dewleta Tirk civîna çaralî derewand

Çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derve ya dewleta dagirker a Tirk plansaziya civîneke Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê derewand.

Dewleta Tirk civîna çaralî derewand
31 ÇILE, 2024   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke ji Wezareta Karên Derve ya dewleta Tirk ji ajanseke Rûsyayê re got: “Heta niha civîneke çaralî (Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îran) têkildarî normalîzekirina têkiliyên Enqere û Şamê nehatiye plankirin.”

Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê Sûriyeyê Aleksander Lavrentiev di hevpeyvînekê de ragihandibû ku nexşerêya normalîzekirina têkiliyên hikumeta Şamê û dewleta Tirk hîn amade nîn e û her du aliyan jî li ser vê yekê li hev nekiriye.

Hebûna dagirkeriya Tirk li Sûriyeyê kir ku têkiliyên Enqere û Şamê qut bibin û her wiha red kir ku niha di navbera wezîrên parastinê yên Rûsya, Sûriyê, Tirkiye û Îranê de gotûbêj têne kirin.

Yekemîn civîna wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê di 10’ê Gulana 2023’yan de li Moskovê li dar ketibû.