Destûra desthilata Şamê li Tebqayê hat şermezarkirin

Rêxistinên sivîl ên Tebqayê danezana destûrî ya desthilata Şamê şermezar kir û diyar kir ku danezana desthilatê aloziya Sûriyeyê kûrtir dike.

Destûra desthilata Şamê li Tebqayê hat şermezarkirin
15 adar, 2025   13:39
TEBQA

Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Kantona Tebqayê ji bo şermezarkirina danezana destûrî ya desthilata Şamê çalakiyek li dar xist. Çalakî li ber avahiya rêxistinê bi amadebûna endamên Yekitiya Parêzeran, Yekitiya Cotkaran, Yekitiya Mamosteyan, Yekitiya Rewşenbîran ên di bin sîwana rêxistinê de hat lidarxistin. Endamê Yekitiya Parêzeran a Tebqayê Ehmed El Ayîd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em danezana destûrî ya ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye pêşkêşkirin, red dikin. Em piştrast dike ku hemû gavên ku li ser encamên vê kongreyê tên avêtin, dê di çareseriya pirsgirêka nîştimanî de kêm bimînin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku destûr, bi şeklekî nû despotîzmê ji nû ve hildiberîne, rêveberiya navendî çêdike, rayeyên mutleq dide desthilatê, lê xebata siyasî asteng dike û avakirina partiyan dicemidîne, rêgeha ber bi demokrasiyê ve betal dike. Di heman demê de reşnivîs mekanîzmayên diyar ên edaleta pêvajoya derbasbûnê paşguh dike û aloziya nîştimanî kûrtir dike."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Hewldanên ji nû ve hilberandina dîktatoriyê ya di bin perdeya ‘pêvajoya derbasbûnê’ de bi tundî red dikin."

Di daxuyaniyê de banga ji nû ve sazkirina danezanê hat kirin û hate gotin: “Divê destûr belavkirina desthilatê bi awayekî adilane mîsoger bike, azadiya xebata siyasî biparêze, mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê nas bike. Divê pergaleke nenavnedî ya demokratîk esas bê girtin û ji bo pêkanîna edaleta pêvajoya derbasbûnê jî mekanîzmayên zelal bêne danîn."

(bb)

ANHA