Desteya Perwerdeyê dê ji bo xwendekarên koçber ezmûnan çêke

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Cizîrê ji bo xwendekarên astên navîn û amadehî yên ji ber koçberiyê nekarî perwerdeya xwe temam bikin, biryarek da.

Desteya Perwerdeyê dê ji bo xwendekarên koçber ezmûnan çêke
10 sibat, 2026   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Cizîrê ji bo xwendekarên astên navîn û amadehî yên ji ber koçberiyê nekarî perwerdeya xwe temam bikin, biryarek da.

Li gorî biryarê; "Ji ber mercên ku herêma me tê re derbas bû û di encamê de gelek malbat ji herêmê xwe koçber bûne û gelek xwendekar ji mafên xwe yên xwendinê bê par mane, em radigihînin ku em dê dest bi pêkanîna ezmûnên standart ên astên navîn û amadehî bikin. Ezmûn ji bo wan xwendekaran in ku ji ber mercên domdar ên koçberiyê nikarin xwendina xwe temam bikin.

Tomarkirina ji bo ezmûnan îro (10 Sibatê) dest pê dike û heya 17’ê Sibatê dewam dike.

Tomarkirin li avahiya Komîteya Fêrkirinê ya li bajarê Qamişloyê tê kirin.

Ezmûn dê 28’ê Sibatê pêk werin.

Şertên pêşkêşkirina ezmûnan:

1- Divê xwendekar ji sala 2018’an heta roja weşandina vê biryarê ve kesekî koçber be.

2- 4 wêne

3- Wêneyek ji nasnameya şexsî yan lêsûna malbatê (Rûpelên dê, bav û xwendekar)

4- Ji bo ezmûnên asta amadehî jî, kopiyeke bawernameya refa 9’an.

5- Xerca tomarkirinê 10 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.”

(bb)