Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran we alîkariyê bişeyne Siwêdayê

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran da zanîn ku alîkariyên mirovî yên lezgîn we ji gelê Siwêdayê re bişeyne.

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran we alîkariyê bişeyne Siwêdayê
17 tîrmeh, 2025   12:30
NAVENDA NÛÇEYN

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran daxuyand ku alîkariyên mirovî ji gelê Siwêdayê re şandine.

Di daxuyaniya desteyê de hate gotin: “Em radighînin ku me komek alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bo gelê xwe yê li parêzgeha Siwêdayê şand. Gelê me ku ji ber pêşketinên dawîn û êrişên li dijî herêmên wan têne kirin di rewşeke mirovî ya pir zehmet re derbas dibe û ji ber wê jî rewşên jiyanî û xizmetguzerî xirabtir bûne.”

Desteyê destnîşan kir ku dê alîkariyên wan ên ji gelê Siwêdayê re bidomin û hate gotin: “Di heman demê de em bang li hemî aliyên neteweyî, xêrxwazî û saziyên mirovî dikin ku hewldanên xwe bikin yek û piştgiriya xwe ji bo gelê me li Siwêdayê zêde bikin.”