Desteya Jîngehê dest bi rêzeçalakiyan kir

Desteya Jîngehê û xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê dest bi rêzeçalakiyên xwe kir.

Desteya Jîngehê dest bi rêzeçalakiyan kir
Desteya Jîngehê dest bi rêzeçalakiyan kir
Desteya Jîngehê dest bi rêzeçalakiyan kir
Desteya Jîngehê dest bi rêzeçalakiyan kir
Desteya Jîngehê dest bi rêzeçalakiyan kir
3 hezîran, 2025   14:35
KOBANÊ

Desteya Jîngehê û xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi wesîleya Roja Jîngehê ya Cîhanê dest bi rêzeçalakiyan kir. Çalakiya ewil ew bû ku pirtûka bi navê ‘Civaka Demokratîk a Ekolojîk’ û gul li meclis û komînên navenda bajarê Kobanê belav kirin.

Tê payîn ku heta 3 rojan ev çalakî berdewam bikin. Di roja duyem de jî dê komxebatek bi sernavê ‘Jin û Jîngeh’ bê lidarxistin. Her wiha di roja dawîn de dê belavok bên belavkirin û pankartên têkildarî parastina jîngehê li destpêk û dawiya Daristana Şehîd Koçer a Kobanê bên daliqandin û dûre jî daxuyaniyek bê dayîn.

(mm)

ANHA