Desteya Hundirîn li xwestekên xelkê Til Temirê guhdarî kir

Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê bi xelkê bajarê Til Temirê re doz û pirsgirêkên rûbirûyî şêniyan nîqaş kirin û soza bicihanîna xwestekên gel ên pêwîstiya têkoşîna dijî hişbirê û zêdekirina hejmarên peywendiya lezgîn di navbera şênî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de da.

7 tîrmeh, 2025   17:10
HESEKÊ

Li ser bingeha pêşxistina têkiliya civakî û xurtkirina hevkariyê bi welatiyan re, Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê îro civîneke berfireh bi xelkê bajarê Til Temirê re li dar xist. Di civînê de doz û pirsgirêkên ku şênî rûbirûyê dimînin, xebitîna ji bo dîtina çareyên aktîv ku ewlehî û îstîqrara misoger dikin, hatin nîqaşkirin.

Civîn li hola Kinêr a li bajarê Til Temirê hat organîzekirin. Desteya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca dan û standinên yekser bi hemû pêkhateyan re mîna van civînan li dar dixe.

Di civînê de Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê û gelek fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên eşîran, kesayetên civakî, nûnerên partiyên siyasî, pêkhateyên bajêr ji Ereb, Kurd, Suryan û Asûrî amade bûn.

Di civînê de berbelavbûna diyardeyên hişbirî û propagandaya wê di nava ciwanan de, qezayên trafîkê, qerabalixa motorsiklêtan, lawaziya şopandina ewlehiyê li hin gundan, pêwîstiya aktîvkirina xetên peywendiyê yên lez di navbera şênî û hêzên ewlekariyê de, hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê Şêrwan Mihemed diyar kir ku deste xwestekên şêniyan dizane, û piranî dozên hatine pêşniyarkirin ji aliyên peywendîdar ve di şopandinê de ne.

Mihemed soza zêdekirina dewriyeyan , bi taybet li herêmên dûrî navenda bajêr, destpêkirina hemleyên ewlehiyê ji bo têkoşîna dijî hişbirê û aktîvkirina nivîsgehên gilîkirinê û jimareyên awarte, da.

Li aliyekî din jî hevseroka Desteya Hundirîn a kantonê Rûbar Feysel Hisên girîngî da vê hevdîtinê û diyar kir ku ewlehiya civakî berpirsiyariyeike hevbeş di navbera saziyên ewlehî û şêniyan de ye û got: "Em bawer in ku xurtkirina ewlehiyê bi têkildanîna aktîv bi welatiyan re dest pê dike. Em ê gavên berbiçav ji bo bersivdana xwestekên şêniyan biavêjin."

Beşdaran ev civîn pêşwaz kir û anî ziman ku ev gaveke erênî ye û cidiyeta Hêzên Ewlekariya Hundirîn di guhdarîkirina xwestekên welatiyan de nîşan dide.

Di dawiyê de hate gotin ku pêwîstî bi berdewamiya mîna van hevdîtinan heye; ji ber baweriya dualî xurt dike û ruhê hevkariya hevbeş li hember astengiyan geş dike.

(fr)

ANHA