Rûsya 221 dronên Ukraynayê xistin

Rûsyayê ragihand ku şevê berê 221 dronên Ukraynayê xistine.

Rûsya 221 dronên Ukraynayê xistin
12 îlon, 2025   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê ragihand ku şevê berê 221 dronên Ukraynayê xistine û diyar kir ku ew êriş ji destpêka şerê di navbera her du aliyan de yek ji êrişên herî berfireh e.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li ser "Telegramê" têkildarî mijarê nivîsek parve kir û diyar kir ku "9 dron li asîmanê Moskovê hatin xistin û 28 dronên din jî li herêmeke bajarê Saint Petersburg ê bakurê rojavayê Rûsyayê hatin xistin."

Li girî şaredar Alexander Drozdenko, ji ber êrişa bi dronan li herêmeke dûrî eniyê şer û nêzî dewletên Baltîk û Fînlandiyayê keştiyek li bendera Prismorsk şewitî.

Drozdenko bi rêya "Telegramê" aşkera kir ku tîmên agirkujiyê şewat kontrol kir û tu xeterî ji ber herikîna petrola di keştiyê de derneket.

Ev êriş, piştî du rojan ji ketina dronên Rûsyayê li qada hewayî ya Polonyayê pêk hat. Îro jî Rûsya û Belarus rahênanên leşkerî yên hevbeş kirin.

Di çarçoveya şerê bênavber ê navbera her du aliyan de ya ji Sibata 2022ˊyan ve, Rûsya bênavber bi dronan şerê Ukraynayê dike.

(fr)