Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

Dadgeha Kerkûkê bi hinceta posterê Fermandar Şehîd Zeyad Heleb li cadeyên bajar daliqandiye cezayê pere li ciwanek Kurd birî.

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî
7 cotmeh, 2026   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya Rojnewsê mamosteyê bi navê Hoşmend Hemîd ku niştecihê taxa Kurdistan a bajarê Kerkukê ye, piştî şehadeta Fermandar Ziyad Heleb ku di 10ê Çileya 2026an li rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, posterên Ziyad Heleb li kolanên taxa Kurdistanê daliqîne û piştre hat binçavkirin. Piştî binçavkirinê Hoşmend Hemîd hat berdan û ji wê demê pê ve darizandina wî berdewam kir.

Dadgeha Kerkûkê duh derbarê darizandina Hoşmend Hemîd de biryara xwe da û cezayê 500.000 Dînar li Hoşmend Hemîd birî.