Li dijî balafirgehêmn Ebha û Melêk Xalid êriş: 3 kes hatin kuştin

Di êrişa Hûsiyan a li dijî balafirgehên Ebha û Melêk Xalid ên Siûdiyê de êriş hat kirin, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 36 kes birîndar bûn.

Li dijî balafirgehêmn Ebha û Melêk Xalid êriş: 3 kes hatin kuştin
7 cotmeh, 2026   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Balafirên Sivîl ên Siûdî îro ragihand ku di êrişa li dijî balafirgehên Eba û Melêk Xalid ên Navneteweyî de 3 kes hatin kuştin û 36 kes jî birîndar bûn.

Dezgehê diyar kir ku di êrişa li ser balafirgeha Ebha de 2 kes hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn û di êrişa balafirgeha Melêk de jî welatiyekî Sûdanî hat kuştin û 8 din jî di nav de 5 siûdî ne birîndar bûn.

Dezgehê da zanîn ku êriş rojên sêşem û çarşemê pêk hatin û aliyên eleqedar ziraran dinirxînin û tedbîrên guncaw ji bo misogeriya selametiya rêwî û karkeran digirin.

Berdevkê hêzên koalîsyonê li Yemenê lîwa Tirkî El Malikî ragihand platforma avêtina mûşekên balîstîk li Senayê wêran kirine.

(f)