DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ bersiv da Tunç

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bersiv da gotinên Wezîrê Dadê yên têkildarî “Mafê hêviyê” û got: “zimanê çêker ê di vê pêvajoyê de hewcehiya me pê heye dûr e. Mixabin bandorekê jehrîkirinê dike. Pêdiviya me bi hiqûqê û lihevkirineke demokratîk heye.”

DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ bersiv da Tunç
14 gulan, 2025   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Piştî daxwaza DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina Rêber Apo ya bi kes, rojnamevan û siyasetmedarên dixwaze re, Wezîrê Edaletê daxuyanî da.

Wezîr Tirkiyê Yilmaz Tûnç got:  "Rê û rêbazên hevdîtina bi hikumxwarên li girtîgehan re, di qanûnan de hene. Di çarçoveya qanûnî de ya pêwîst dikare bê kirin."

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê 24'ê Nîsanê di hevdîtina bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re xwestibû, astengiya li pêşiya hevdîtina Rêber Apo ya bi rojnamevan û siyasetmedaran re bê kirin.

Wezîrê Edaletê ji bo pirseke li ser 'mafê hêviyê' ya rojnamevanan jî got: "Rewşeke bi vî rengî jî, hevdîtin jî nîne."

Li ser vê yekê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser hesabê medya dîjîtal ev nerazîbûn nîşan da:

“Ayşegul Doganê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got: “Birêz wezîr, uslûbê we ji zimanê çêker ê di vê pêvajoyê de hewcehiya me pê heye dûr e. Mixabin bandoreke jehrîkirinê dike. Weke civak bendewariya me ew e ku hûn erka xwe ji bo cîbicîkirina edaletê bi kar bînin. Hewcehiya me ne bi polemîkê, bi hiqûq û lihevkirina demokratîk heye.”