DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade

DEM Partiyê têkildarî binçavkirina hevşaredarên Akdenîzê got: “AKP, dev ji pratîkên xwe yên darbekar ên li dijî îradeya gel bernade. Çi bikin jî ew ê mehkûmê têkçûneke mezin bin.”

DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade
10 ÇILE, 2025   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di serdegirtinên malan de Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û 4 endamên Meclisa Şaredariyê îro ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin, gotin “li şaredariyê qeyûm hatiye tayînkirin..”

DEM PARTIYÊ DAXUYANÎ DA

Li şaredariyê lêgerîn didome. DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Îktîdara AKP’ê dev ji pratîkên xwe yên darbekar ên li dijî îradeya gel bernade. Di saetên serê sibehê de hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û 4 endamên me yên Meclisa Şaredariyê hatin binçavkirin. Mîna demên berê, careke din şaredariya gel bi merîfeta hêzên ewlekariyê hatin dorpêçkirin, ketin û derketina şaredariyê hatin astengkirin. Tê gotin ku lêpirsîna weke hinceta binçavkirin û qeyûm hatiye nîşandan, di sala 2024’an de hatiye vekirin. Em baş dizanin ku ev pratîk tevek, pratîkên îktîdarê yên darbekar ên li dijî îradeya gel in. Îktîdara ku li hundir û derve dijminatiya Kurdan dike, tehemûla îradeya wan nake. Lê çi bike jî mehkûm e ku têkçûneke mezin bixwe. Em ê li her derê li dijî vê feraseta qeyûmperest bisekinin û îradeya gelê xwe biparêzin.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê bang li hemû welatiyan kir ku li dijî hewldana tayînkirina qeyûm bên pêşiya şaredariyê.

Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Navçeya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruçê da.

Rêxistina bajar bang li tevahiya gel kir ku li dijî hewldana tayînkirina qeyûm, saet di 10.00’ê de beşdarî daxuyaniya li pêşiya şaedariyê bibin.

BANGA JI BO KOMBÛNA PÊŞIYA ŞAREDARIYÊ

Hevseroka DEM Partiyê ya Akdenîzê Nizar Esen diyar kir ku ew ê rê nedin sepanên tayînkirina qeyûm û ev tişt anî ziman: “Îktîdarê careke din bi xespkirina şaredariyan hewl da bêçaretiya xwe veşêre. Em ê rê nedin vê. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku li dijî zespkirina îradeya xwe û zilmê bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê.”