Damezirînerê YPG`ê Xebat Dêrik hate bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê 13’emîn salvegera şehadeta fermandar û damezirînerê YPG’ê şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî.

Damezirînerê YPG`ê Xebat Dêrik hate bibîranîn
Damezirînerê YPG`ê Xebat Dêrik hate bibîranîn
Damezirînerê YPG`ê Xebat Dêrik hate bibîranîn
Damezirînerê YPG`ê Xebat Dêrik hate bibîranîn
14 ÇILE, 2025   14:00
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê 13’emîn salvegera şehadeta fermandar û damezirînerê YPG`ê Xebat Dêrik bi merasîmekê bi bîr anî. Merasîm li Navenda Ciwanan a bajêr bi beşdariya bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa hate lidarxistin.

Damezirîner û fermandarê YPG`ê Xebat Dêrik (Mehmûd Remezan Mihemed) di 14’ê Çileya 2012’an de şehîd bû.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Ziwer Elî şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî û wiha dewam kir: “Şehîd Xebat Dêrik di nava civakê de xwedî roleke girîng bû. Hêzeke leşkerî ya ku mirovahî û civakê biparêze ava kir. "

Elî wiha pê de çû: “Ev hêz îro bi parastina gel, ziman, hebûn û nirxên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî binpêkirin û dagirkeriyê tên, bûye mînak mirovahiyê.”

Şivan Mihemed li ser navê malbata şehîd Xebat Dêrk axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza berdewamkirina rê û têkoşîna wan li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da.

Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)