Dagirkeran gundên Minbicê dan ber topan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 74 hawan û obîsan gundên Minbicê topbaran kirin.

Dagirkeran gundên Minbicê dan ber topan
22 mijdar, 2024   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh saet di 21.00ˈê  de bi çekên giran gundên Minbicê topbaran kirin.

Artêşa dagirker û çeteyên wê gundên Ewseclî, El Yanlî, El Seyada,  El Dandaniye û El Camûsiyê yên bakurê rojavayê Minbicê û gundên Korhyûk û Qort Wêran ên gundewarên rojavayê kantona Minbicê topbaran kirin.

Gundên navborî bi 74 gulên hawan û obîsan hatin topbarankirin.

(bb)

ANHA