Dagirker gundewarê Cizîrê topbaran dikin

Piştî çend saetan ji êrişa hewayî ya li derdora Bendava Tişrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê topbaran dikin.

Dagirker gundewarê Cizîrê topbaran dikin
16 adar, 2025   19:56
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Um El Kêf ê rojavayê bajarê Til Temirê bi çekên giran topbaran dikin.

Tu agahiyên din der barê topbaranê nehatin parvekirin.

Ev topbaran, piştî çend saetan ji êrişa hewayî ya li derdora Bendava Tişrînê pêk tê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi bejahî û hewayî êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, bi taybet jî gundewarê Kobanê, derdora Bendava Tişrînê. Li hemberî van êrişan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersivên xurt dide.

Ji 8’ê Çileyê ve, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bi kom berê xwe dide Bendava Tişrînê, da ku bendavê û herêmê li hember êrişan biparêzin.

(fr)