Civîna 20emîn a Komîsyonê dest pê kir

Civîna 20emîn a Komîsyona Meclîsa Tirkiyeyê dest pê kir. Di civînê de dê xebatên komîsyonê bên nirxandin û Prof. Dr. Havva Kok Arslan jî dê axaftinekê bike.

Civîna 20emîn a Komîsyonê dest pê kir
24 kanûn, 2025   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna 20emîn a Komîsyona Meclîsê dest pê kir. Di civînê de xebatên komîsyonê, metna raporên hevpar a komîsyonê bên nirxandin û Prof. Dr. Havva Kok Arslan dê axaftinekê bike.

Piştî bi dawîbûna merhaleya guhdarîkirina li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî partiyan raporên xwe radestî serokatiya Komîsyonê kiribûn. Ev civîn piştî radestkirina raporan civîna yekêmîn a komîsyonê ye. Hat zanîn ku komîsyon dê piştî vê civînê xebatên xwe 2 mehan dirêj bike.