Çeteyên DAIŞ`ê 3 leşkerên rejîma berê li çola Humsê kuştin

Li çolistana li rojhilatê Humsê 3 leşkerên hêzên rejîma berê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ`ê 3 leşkerên rejîma berê li çola Humsê kuştin
25 kanûn, 2024   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li rojhilatê Humsê cenazeyên 3 leşkerên hêzên rejîma berê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn kuştin, hatin dîtin. 

Li deverên çolistan ên Sûriyeyê êrişên çekdarî yê çeteyên DAIŞ`ê zêde bûne. Li herêmê rewşa ewlehiyê xerab e û çeteyên DAIŞ`ê êrişî leşker û sivîlan dikin.

Li gorî SOHR’ê êrişên DAIŞ’ê ji dema hilweşîna rejîmê (8 Kanûn) ve gihaşt 10’an û di encamê de 101 kes hatine kuştin.