Çete bi doçkayan êrişî malên Dêr Hafirê dikin

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi doçkayan êrişî malên welatiyên gundê Um El Mîra yê başûrê Dêr Hafirê dikin.

Çete bi doçkayan êrişî malên Dêr Hafirê dikin
13 ÇILE, 2026   17:09
TEBQA

Çavkaniyên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir ku bênavber Dêr Hafir û gundewarê wê yê kantona Tebqayê tên hedefgirtin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, çeteyên hikumeta demkî bi doçkayan êrişî malên welatiyên gundê Um El Mîra yê başûrê Dêr Hafirê dikin.

Ev êrişî hemwextî topbaranên bênavber ên li dijî Dêr Hafirê pêk tên. Lê têkildarî windahiyan û zirarên madî tu agahî nehatine bidestxistin.

(fr)

ANHA