Cenazeyên 3 welatiyan li gundewarê Hemayê hatin dîtin

Di nav de jinek cenazeyên 3 kesan ku ji hêla çekdarên nenas ve hatibûn serjêkirin, li gundewarê bajarê Hema yê Sûriyeyê, hatin dîtin.

Cenazeyên 3 welatiyan li gundewarê Hemayê hatin dîtin
8 sibat, 2025   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên nenas li gundewarê bajarê Hema yê Sûriyeyê 3 kes bi alavên tûj serjê kirin. cenazeyên hersê welatiyan li keviya rêya gundê Mişrifê yê gundewarê bajarê Misyafê hatin dîtin.

Hat zanîn ku ew hersê kuştî ji xelkê taîfeya Elewî ne û beriya hefteyekê hatibûn revandin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêk îsal ve, li tevahî parêzgehên Sûriyeyê 129 êriş li dijî welatiyan çêbûne, di encamê de 248 mêr, 7 jin û zarokek, bi giştî 256 kes hatine qetilkirin.

(fr)