Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê û Qamişlo Fermandar Sofî pêşwazî kir

Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê û Qamişlo Fermandar Sofî pêşwazî kir Cenazeyê Fermandar Nûreddîn Sofî ku ji Dêrikê derxistin rê, li bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê ji aliyê sedan kesan bi dirûşmeyan hate pêşwazîkirin, gihîşt bajarê Qamişlo. Karwan li destpêka bajar ji aliyê bi hezaran pêkhateyên herêmê ve hate pêşwazkirin.

12 tebax, 2025   14:48
QAMIŞLO

Karwanê cenazeyê fermandarê şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Nûreddîn Sofî vê sibehê ji Morga Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê tevî bi hezaran xelkê kantona Cizîrê û malbata wî ber bi Qamişloyê ve bi rê ket. Karwan di Girkê Legê, Çilaxa û Tirbesiyê re derbas bû. Gelê li wan bajaran li ser rêyan bûn û pêşwaziya cenazeyê fermandar dikir.

Her bajarê ku karwan tê re derbas dibe bi dirûşmên silavkirina şehîdan û bîranîna wan gel pêşwaz dikir û piranî dikanên li bajar û bajarokên kantona Cizîrê jî hatin girtin.

Li bajarê Girkê Legê bi hezaran şêniyên Kurd, Ereb û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li têketina bajar ji bo pêşwazîkirinê kom bûn. Şêniyan darbesta şehîd Nûreddîn Sofî hilda ser milan û heta derketina bajêr bir.

Li bajarê Çilaxa jî bi sed hezaran Kurd û Ereb li têketina bajar li pêşwaziya karwan sekinîn û dema cenaze gihaşt wir, cenaze hildan ser milan û heta bi derketina bajêr ber bi Tirbespiyê ve çûn. Jin, ciwan, mêr û temenmezinan bi yek dengî got "Şehîd namirin, şehîd Sofî di dilê me de ye."

Saet 13:15ˊan cenazeyê şehîd Nûreddîn Sofî gihaşt bajarê Tirbespiyê û li wir xelkê bajêr ê Kurd, Ereb, Suryan û Êzidî, hêzên ewlehî û leşkerî pêşwaz kir. Şêniyan wêneyên şehîd hildan û diruşmeyên şehîd namirin hildan. Şêniyan cenaze hilda ser milan û ber bi qada giştî ya sûka navendî de çûn.

Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Hogir Hesen li qadê axivî û bal kişand ser têkoşîna Nûreddîn Sofî ya 32 salan a di oxira doza Kurd û Kurdistanê de. 

Dûre bi hezaran xelkê bajêr, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran tev li karwanê fermandar Nûreddîn Sofî bûn.

Li têketina bajarê Qamişloyê, bi hezaran şênî ji bo pêşwazîkirina cenaze sekinîne. Girse wêneyên şehîd hildan û dirûşmên silavkirina şehîd û "şehîd namirin" hildidin.

Piştî cenaze gihaşt Qamişloyê, wê cenaze ji bo navenda Meclisa Malbatên Şehîdan bê veguhastin. Wê merasîma oxirkirinê li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê saet di 17.00’an de pêk bê. Dûre cenaze dê ji bo oxirkirinê ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ve bê veguhastin.

Di 6ˊê Nîsana 2021’an de, dema ku fermandar Nûreddîn Sofî çûbû serdana hevalên xwe yên têkoşînê yên berê, li herêma Bergarê ya Garê ya li Çiyayên Kurdistanê di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

(fr)

ANHA

tirbesipiyê

çil axa

girkê legê