Çekdaran li ser rêya Şam-Humsê şandeya Tîma Cîhad şeland

Komeke çekdar rêya serokê Tîma Cîhad a ji Qamişlo birî, şandeya pê re girtin, erebeya wî û telefonên wan desteser kirin.

Çekdaran li ser rêya Şam-Humsê şandeya Tîma Cîhad şeland
14 îlon, 2025   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tîma Cîhad a Sporê Dr. Rêber Misewer, endamê Meclisa Rêveber a Tîma Cîhad ê berê Hena Îsa û lîstokvanê tîma zilaman Îbrahîm El Şêx ji bo beşdarî kongreya Komeleya Giştî ya Yekîtiya Sûriyeyê ya Fotbolê bibin, berê xwe dabûn paytexta Sûriyeyê Şamê.

Şandeya Tîma Cîhad û şande li ser rêya parêzgeha Humsê ji aliyê komeke çekdar ve hate şelandin.

Li gorî agahiyan, koma çekdar rêya şandeya spore girt, erebeya wan a bi cureya “Jeep”, telefon û pereyên wan di bin gefa çekan de ji wan şelandin. Paşê ew avêtin çoleke dûr û xalî.

Şande paşê bi rêya balhilgirekê karîbûn xwe bigihînin Şamê.

(dc)