Li başûrê Sûriyeyê tevgerên Îsraîlê

Dewriyeyên leşkerî yên Îsraîlê ku careke din ketin başûrê Sûriyeyê, bendên kontrolê danîn, çûn û hatin qedexe kirin û şênî kontrol kirin.

Li başûrê Sûriyeyê tevgerên Îsraîlê
21 kanûn, 2025   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê duh êvarî ket gundê Mezreyet El Fityan ê nêzî Til Ehmer ê rojava û bi ser malên gundiyan de girtin.

Yekîneya artêşa çûn û hatina gundiyan qedexe kir, lê nehat zanîn bê ka gundî hatine girtin an na.

Yekîneyeke din a artêşê ku ji 4 erebeyên leşkerî pêk dihat ji gundewarê navîn ê Quneytîrayê ber bi gundê Um Îzam û Mişêrfê ve bi rê ket.

Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

(b)