Cebhet El Ekrad di salvegera xwe ya 12ˋan de soza şopandina rêça şehîdan da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El Ekrad di salavegera xwe ya 12ˋan de got, "Ew şehîdên xwe yên di oxira vî welatî de canê xwe dane ji bîr nakin û ew li ser sozê xwe ne."

Cebhet El Ekrad di salvegera xwe ya 12ˋan de soza şopandina rêça şehîdan da
22 ÇILE, 2025   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El Ekrad bi boneya salvegera 12ˋan a damezrandina xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin Hêzên Cebhet El Ekrad di 22ˋyê Çileya 2013ˋyan de li hember zulma rejîma Baasˋê û desthilata Esedî hat damezrandin. Di hêzê de pêkhateyên ji herêma Şeba, Reqa, Minbic û Heleb bi Kurd, Ereb û Turkmenên xwe hene.

Di dirêjahiya 12 salan de Cebhet El Ekrad berpirsiyartiya parastina gel li hember zulmê hilgirt ser xwe, her wiha berpirsiyartiya rizgarkirina xaka Sûriyeyê ji qirêjiya Baasˋê û terorîstê hilgirt ser xwe.

Hêzên Cebhet El Ekrad di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wê di 2013ˋyan de di rizgarkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, şerê li herêma Lêremon û derdora bajarokên Nibul û Zehrayê, rizgarkirina herêmên Şehbayê cihê xwe girt. Cebhet El Ekrad li dijî terora DAIŞˋê di Odeya Operasyonên Volkana Firatê de cihê xwe girt û beşdarî hemleya rizgarkirina Kobanê û herêmên derdorê bû, tev li şerê Berxwedana Serdemê ya Efrînê bûye û di rizgarkirina Reqa, Girê Spî û Sirînê de beşdar bûye.

Di dawiyê de hat gotin hîna jî Hêzên Cebhet El Ekrad heta roja îro ji bo parastina vî gelî têkoşîna xwe didomîne û got ew şehîdên xwe ji bîr nakin û dê heta serkeftinê bi sozên dane şehîdan re bin.

(fr)