Çalakvanên li bendavê: Parastina bendavê erkeke neteweyî ye

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana xwe ya li bendava Tişrînê bi moraleke bilind didomînin. Şêniyan got armanca wan a sereke parastina bendavê ye.

Çalakvanên li bendavê: Parastina bendavê erkeke neteweyî ye
5 adar, 2025   13:59
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Şêniyên bajarên kantona Cizîrê bi moraleke bilind çalakiya xwe ya ji bo parastina bendava Tişrînê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, didomînin.

3’yê Adarê, şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê ji bo çalakiya nobedariya parastinê, bi moraleke bilind gihaştin bendava Tişrînê.

Şêniyên ku niha li bendava Tişrînê nobedariyê dikin, hin ji wan cara duyemîn û sêyemîn e ku tev li çalakiyê dibin. Şêniyan diyar kir ku bendav navendeke jiyanî ye ku xizmeta hemû gelê Sûriyeyê dike û divê were parastin. Her wiha gotin parastina bendavê erkeke neteweyî ye.

(k)