Çalakiya greva birçîbûnê di roja 34'emîn de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 34'emîn de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 34'emîn de didome
30 kanûn, 2023   09:35
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên  ji doza PKK’ê û PAJK”ê ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di heman armancê xizmên girtiyan jî li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi "Nobeda Edealetê" kirin.  

Girtiyên ji doz PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin di roja 34'yemîn de didome. 

Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.