Birîtaniyayê ji welatiyên xwe xwest ku ji Sûriyeyê derkevin

Hikûmeta Brîtanî bang li hemwelatiyên xwe kir ku ji ber rewşa ewlehiyê ji Sûriyeyê derkevin û neçin wir.

Birîtaniyayê ji welatiyên xwe xwest ku ji Sûriyeyê derkevin
29 adar, 2025   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta Brîtanyayê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku ji ber rewşa ewlehiyê ji Sûriyê derkevin û neçin wir.

Wezareta Karên Derve ya Bîrtanyayê îro hişyariyek da welatiyên xwe û got: "Em şîret dikin ku ji ber pevçûnên berdewam û şert û mercên ewlehiyê neçin Sûriyeyê. Eger hûn hemwelatiyê Brîtanyayê yê li Sûriyeyê ne, divê bi her awayî ji welêt derkevin. "

Wezaretê bal kişand piştevaniya konsulxaneyê jî li Sûryeyê tune û ji welatiyên Brîtanî xwest ku ji bo alîkariyê bi Wezareta Derve ya Londonê re têkilî bikin.

(k)