’Bi xwedîderketina gel a li Rêbertî planên komplogeran pûç bûn’

Di konferansa ji bo  azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku ji Helebê dewam dike de hate diyarkirin ku bi saya ramanên Rêbertî û xwedîderketina gelan a li wî planên komplogeran pûç bûn.

8 cotmeh, 2024   15:10
HELEB

Konferansa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a ji aliyê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Kongra Star ve hatiye birêxistinkirin li Helebê didome.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Însiyatîfa Jinan a Helebê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Medya Miqtat axivî. Medya pêvajoyên Komploya Navnteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan vegot û diyar kir ku Rêbertî ji bo parastina gelê Kurd ji planên qirkirinê yên dewletên kapîtalîst derketina ji Sûriyeyê ber bi Ewropayê ve tercîh kir.

Medya bal kişand ser girêdana gel a bi Rêber Abdullah Ocalan ve û got, "li çiyayên azad ên Kurdistanê, li gelemperiya Kurdistanê û li tevahiya cîhanê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşe."

Medya armancên komploya navneteweyî jî wiha şîrove kir "Xwestin projeya neteweya demokratîk  ji holê rakin. Lê bi saya ramênên Rêbertî û xwedîderketina gelan a li Rêbertî planên dewletên faşîst ên jiholê rakirina nasnameya Kurd pûç bûn."

Piştre berdevka Helebê ya Însiyatîfa  Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Amine Xidro mijara bi sernavê "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan: Sedem û bandorên wê" şîrove kir.

Amine siyasetên înkarê ku partiya Baasê li ser Kurdan  û tevgera rizgariya dimeşandin, her wiha pêvajoya beriya komployê û derketina Rêbertî ji Sûriyeyê vegot. Li gorî Amine, gelên herêmê derketina Rêbertî ya ji Sûriyeyê wekî destpêka şoreşeke nû ya mezintir di xeta têkoşînê de dibînin.

Emine her wiha pêvajoya destpêkirina komployê ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi derketina Rêber Abdullah OCalan ji Sûriyeyê, Serhildana 12’ê Adara 2004’an a li Qamişlo, pêvajoya buhara gelan a li Rojhilata Navîn, rola PKK’ê, avakirina Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û belavbûna ramanên Rêbertî li cîhanê nirxandin.

Piştre belgefîlmek li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û nirxandinên wî yên der barê komployê de hat temaşekirin.

Konferasn bi axaftina nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan ê li Ewropayê Fayîq Yagazî, rojnamevan û çalakvana jinan a ji Misirê Fatin Subhî dewam dike ku bi rêya Skype beşdar bûne.

(bb)

ANHA