Bi vêxistina mûman şehîdên komkujiya Helincê hatin bibîranîn
Kongra Star a Kantona Firatê bi boneya salvegera 4ˊemîn a komkujiya şehîdên Helincê mûm li cihê bûyerê vêxistin.
Ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helincê bi dehan xelkê Kantona Firatê berê xwe dan gundê Helincê, şehîd Hebûn, Zehra û dayika Emîne bi bîr anîn û mûm li cihê bûyerê vêxistin.
Di çalakiyê de dayîka şehîd Şervan, Eyşe Efendî axivî û diyar kir ku tenê rêyeke wan heye ew jî serkeftin e û ew jî dê bi saya şehîdan misoger be û got: "4 sal di ser komkujiya Helincê re derbas bûn. Ji ber ku dijmin ji hêza jinan ditirse wan hedef digire. Jina Kurd li cîhanê deng vedaye û gihaştiye wê astê ku bûye wesîleya azadiya tevahî jinan. Di şerê Kobanê de jinan ji tevahî cîhanê re xwe îsbat kir."
Eyşe di dawiyê de got: "Dijmin jî li hember Kurdan netehemûliya xwe bi her cureyên êrişan nîşan dide. Volkanek di dilê me de heye, em ê vê volkanê bi kesên dibêjin em ê Kurd û Kurdistanê tune bikin de biteqînin."
Birayê şehîd Hebûn, Rifet Mele Xelîl jî diyar kir ku şehîd Hebûn bi israr bû û li hember her destdirêjiyê têkoşîn kir û got: " Şehîd Hebûn piştî komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî rêya berxwedanê hilbijart û got ˊEz ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û jinan berxwedanê mezin bikimˊ. Em ê jî heta dawiyê rêya Hebûnê bişopînin."
Piştî axaftin bi dawî bûn, mûm li cihê bûyerê hatin vêxistin.
(sş/fr)
ANHA