Bi sedan kesî sersaxî da malbata şehîd Rênas Serhed

Şêniyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa sersaxî da malbatan şervanê QSD’ê şehîd Rênas Serhed ku di 25`ê Cotmehê de li Qamişloyê şehîd bûbû.

Bi sedan kesî sersaxî da malbata şehîd Rênas Serhed
Bi sedan kesî sersaxî da malbata şehîd Rênas Serhed
Bi sedan kesî sersaxî da malbata şehîd Rênas Serhed
Bi sedan kesî sersaxî da malbata şehîd Rênas Serhed
28 cotmeh, 2025   14:46
QAMIŞLO

Merasîma sersaxiyê li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya Dêrikê, hat lidarxisin. Bi sedan şênî û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev lê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Yasmîn Hadî axivî û diyar kir ku divê destkeftiyên şehîdan û mîrateya wan a têkoşînê werin parastin, û rêya wan were berdewamkirin.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Dêrikê Hesen Hemza jî der barê jiyan û têkoşîna şehîd Rênas Serhed de axivî. Hemza diyar kir ku şehîd Rênas jiyana xwe ji bo xizmetkirina gelê xwe û pêkanîna ewlehî û aştiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê terxan kiriye. Hemza tekez kir ku erkê hemû endamên civakê ye ku rêya şehîdan bişopînin û li dijî her kesê ku hewl dide biratiya gelan û jiyana hevbeş têk bibe, tê bikoşin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)

ANHA