Bi meşên girseyî êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Bi sedan xelkê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşên girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got divê li hember êrişên dagirkeriyê hevgirtin xurt be.

1 hezîran, 2024   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan xelkê bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi meşên girseyî şermezar kirin.

QAMIŞLO

Bi beşdariya sedan xelkê Qamişlo, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin.

Meş ji pêş dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş heta pêş navenda Komîseriya Kar û Barên NYˊyê ya Penaberan li taxa Siyahî dest pê kir. Di meşê de pankartên ˊFaşîsta Tirk li ser ewlehiay cîhanê gef e, em li dijî vê terorê bisekininˊ, ˊxaka me ne hedefên Erdogan eˊ, ˊBi fikr û felsefeya Rêber Ocalan em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî wî li ser şopa şehîdan binˊ hatin hildan.

Li pêş komîseriyê endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şêro Mihemed Şero axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl da binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêran bike, lê vîna gel ji çek û balafirên wê mezintir e. Em bang li NYˊyê, rêxistinên mafên mirovan, têkoşer û azadîxwazên li cîhanê dikin ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin û nehêlin destwerdanê li kar û barên me yên hundirîn bike."

Meş bi diruşmên ˊSerok Apoˊ ûˊKujer Erdoganˊ bi dawî bû.

DÊRIK

Li Dêrikê bi sedan xelk li qada azadiyê kom bûn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin.

Di meşê de pankartên ˊNa ji dagirkerî na ji qirkirinê reˊ hatin hildan.

Beşdar li pêş navenda Kongra Star kom bûn. Li wir hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Dêrikê Mutî Elî axivî û got: "Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewama siyaseta qirkirin û şikandina vîna gelê Kurdistanê ye. Êrişên dagirkeriyê hemwextî tecrûbeya gelê me yê demokratîk hemwextî hilbijartinên şaredariyan pêk tên."

Elî wiha domand: "Divê em di vê qonaxa hestiyar de dengê xwe bikin yek û têkoşîna xwe bilind bikin û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin."

Meş bi diruşmên ˊna ji dagirkeriya Tirk reˊ bi dawî bû.

(fr)