Bi boneya damezrandina KJKˊê 150 dar hatin çandin

Endamên tevger û saziyên jinan ên kantona Tebqayê bi boneya salvegera 19'an a damezirandina KJK'ê li pêşiya Şîrketa Pêşxistina Çandinî ya Tebqayê dar çandin.

Bi boneya damezrandina KJKˊê 150 dar hatin çandin
Bi boneya damezrandina KJKˊê 150 dar hatin çandin
Bi boneya damezrandina KJKˊê 150 dar hatin çandin
Bi boneya damezrandina KJKˊê 150 dar hatin çandin
Bi boneya damezrandina KJKˊê 150 dar hatin çandin
Bi boneya damezrandina KJKˊê 150 dar hatin çandin
Bi boneya damezrandina KJKˊê 150 dar hatin çandin
Bi boneya damezrandina KJKˊê 150 dar hatin çandin
Bi boneya damezrandina KJKˊê 150 dar hatin çandin
18 nîsan, 2024   16:42
TEBQA

Di çalakiyê de bi dehan endamên tevger û saziyên jinan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn û 150 darên cûrbecûr çandin.

Di serî de endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Macide El Kerîm peyama Koordînasyona Kongra Star xwend.

Kongra Star salvegera damezirandina KJK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha fikrên Rêber Abdullah Ocalan e.

Her wiha di peyamê de hat diyarkirin ku sedsala 21'emîn sedsala rizgariya jinan e û bang li jinan hat kirin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û ji bo pêkanîna konfedraliya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixebitin.

Li dawiyê beşdaran 150 dar li pêşiya navenda şîrketê çandin.

(mh)

ANHA