Besê Hozat: Jinên rêxistinbûyî hêza herî mezin e

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku jinên rêxistinbûyî hêza herî mezin e, lewma divê jin xwe bi rêxistin bikin, parastina xwe xurt bikin û ji bo avakirina jiyanê têbikoşin.

Besê Hozat: Jinên rêxistinbûyî hêza herî mezin e
23 nîsan 2024   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Besê Hozat di bernameya taybet a Medya Haber TV de li ser têkoşîna jinan, girîngiya xwe rêxistinkirinê û avakirina jiyana azad nirxandinên girîng kirin. 

Nirxandinên Besê Hozat wiha ne:

“Koordînasyona KJK'ê di vê pêvajoya dawî de daxuyaniyeke girîng da. Koordînasyona KJK’ê têkildarî tundiya li dijî jinan ku xweparastinê esas digire, daxuyaniyeke pir girîng ya ku banga xweparastin û rêxistinbûnê li jinan dike, da. Bi rastî jî li seranserê cîhanê li dijî jinan polîtîkayan qirkirinê hene. Tundiya li ser jinan pir zêde bûye. Bi taybetî jî li Tirkiyeyê. Diyar dikin ku li Tirkiyeyê rêjeya tundiya li dijî jinan ji sedî 1400 û 1500 zêde bûye. Hem tundiya dewletê û hem jî tundiya mêran. Li hemû deran bi vî rengî ye.

Jixwe li cîhaneke ku şer pêş dikeve, tundî û faşîzm zêde dibe, nabe ku mirov hizra tiştekî din bike. Dijminahiya li dijî jinan û zayendperestî digihîje bilindtirîn astê. Di hemû şeran de mezintirîn mexdûr jin in. Niha li gelek cihan desthilatdariyên faşîst rêveberiya welatan dikin. Pergala kapîtalîst û emperyalîst û pergala kapîtalîst û modernîst di nava krîz û kaoseke mezin de ye. Ev tê wateya şer, pevçûn û tundiyê û encama van polîtîkayan tundiya li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe. Her wiha nabe ku jin li hemberî pergalê bêdeng bînin. Nabe ku jin li hemberî serweriya mêran bêdeng bîmînin. Li her derê di nava malbatê de, li kolanan, li kargehan jin tên qetilkirin. Ji aliyê hevjîn, evîndar, heval, bav û birayê xwe ve tên qetilkirin. Jin ji aliyê çanda zayendperest ya paşverî tim di bin êrîşên psîkolojîk de ne. Jin tundiya derûnî dibînin. Hewce ye tundiya li dijî jinan ne tenê weke tundiya fizîkî were nirxandin. Li dijî jinan tundiyekepsîkolojîk a dijwar heye. Girantirîn tundî jixwe ev e. Di encama tundiya fîzîkî de mirov dimire. Lê belê miron bi tundiya derûnî ya şerê taybet a domdar bi hezaran, bi sed hezaran carî tê kuştin. Li hemberî jinan di nava malbatê de, di nava civakê de, li kolanan û li kargehan tundiyeke bi vî rengî ya giran heye. Jixwe ev polîtîkayên faşîst ên van dewletan rasterast xwe di nava civakê de nîşan dide xwe li gel mêran nîşan dide. Li gel mêran ew mêranî, zayendperestî, zîhniyeta serdest û têgihîştina qirêj derdixîne holê û kûrtir dike. Zayendperestiya civakî zêdetir dike. Bi vî rengî jinan vediguherînin objeyekê. Tundiya li dijî jinan weke terapiyeke derûnî qebûl dikin. Xwe bi vî rengî, bi van kiryarên qirêj ên li ser jinan xwe tatmîn dikin.

Bi rastî jî ev pergala serdest a mêran, pergala modernîteya kapîtalîst û pergala dewlet û pergalên netewedewletan pergalên faşîst in. Jixwe hemû ev pergal û polîtîka 5000 sal in hene û ew zayendperestiya civakî ya li gel mêran kûrtir û zêdetir dike. Ev hemû weke tundî û qetlîaman vediguherin jinan.

Ji ber vê yekê jî nabe ku jin li hemberî dewlet û mêran bêdeng bimînin. Dibe ku ev mêr bav, hevjîn, evîndar û bira be yanî kî dibe bila bibe ferq nake. Hewce ye jin li her derê xwe bi pêş ve bibin. Hewce ye jin xwe bi rêxistin bikin. Jinên birêxistinkirî mezintirîn hêz e. Jinên ku birêxistinkirî jinên xwedî feraseta xweparastinê ne. Xweparastina jinan girêdayî birêxistinbûnê ye. Ger birêxistinbûna jinan nebe, nikare xweparastina xwe pêk bîne.

Ger jin xwe neparêzin wê tim tê werin qetilkirin. Wê tim jin werin kuştin. Wê bi hemû awayan werin kuştin. Parçebûna îradeyê jî û parçebûna kesayetê jî tên wateya mirinê. Di cîhaneke bi vî rengî de bo nimûne em li civakê binêrin. Jin dizewicin, zilamê ku pêre zewicî 3 mehan şûnde, mehekê şûnde wê jinê dikuje. Evîndar jî wisa ne. Mirov lê dinêre dibîne ku piştî demekê bi awayekî hovane evîndara xwe dikuje. Bi rastî jî jin 24 saetan rastî tecawiza mêran tên. Rêbertî gotibû ku êdî tu ferqa xaniyê taybet ji xaniyê giştî nemaye. Jinên bêîrade û bêhêz tim tûşî tecawizê tên. Xaniyên taybet û yên giştî vê rastiyê naguherînin. Ma pêkan e ku di cîhaneke bi vî rengî de ku mêr gelekî dijminahiya jinan dikin û zayendperestî zêde heye, evîndar bûn pêk were? Ma jinek dikare bibe evîndarê merêrekî ku dijminatiya jinan dike, jinan weke kole û xizmetkara xwe dibîne? Ma ev yek evîndarî ye? Ma ev yek hezkirin e? Tu eleqeya vê bi evîn û hezkirinê re tune ye. Jiyan hatiye windakirin.

Rêbertî ev yek gelekî baş rave kiriye û gotiye: ‘’Li cihê ku jiyan hatiye windakirin evîndarî nabe. Ji ber ku li wir evîndarî tune ye, miriye û hatiye kuştin. Ger hûn bixwazin evîndariyê rizgar bikin, biafirînin û evîndar bibin, hewce ye hûn jiyanê rizgar bikin. Hewce ye hûn jiyan û mêrekî ku evîndar bibin biafirînin. Mêrekî azad ku jinan weke xwe azad û wekhev dibîne. Bes bi vî awayî jiyana azad pêk were. Bi vî awayî jiyaneke ku exlaq û civakeke azad dikare pêk were. Jiyaneke ku mirovan esas digire dikare pêk were.’’

 Niha jiyan hatiye windakirin. Hezkirin hatiye windakirin. Coş, evîn û azweriya jiyanê hatiye windakirin. Di vê jiyanê de evîndarî nepêkan e, hezkirin nepêkan e. Bi rastî jî min fêm nekir bê ka jin çima dizewicin. Bi qatilê xwe re dizewicin. Ber bi mirinê ve diçin. Min çend rojan beriya niha li ser televîzyonê dayîkek dît, gelekî tesîr li min kir. Keça wê nû zewicî ye û hevjînê wê ew qetil kiriye. Kirasê keça xwe yê bûkaniyê anî nava kolanê, benzîn rijand û ew şewitand. Bang li jinên ciwan dikir û digot: ‘’Nezewicin, ger hûn bizewicin wê dawiya we jî bi vî rengî be. Ji rewşa keça min dersekê bistînin.’’  Yanî hewceye jin destpêkê ji bo rizgarkirina jiyanê li ber xwe bidin. Li holê ne jiyaneke guncav ne jî mêrekî ku hûn pêre jiyana xwe bidomînin heye.

Ji ber wê yekê hewce ye jin xwe pêş bixin, xwedî li îradeya xwe derkevin, xwe bi rêxistin bikin, parastina xwe pêş bixin, li ber xwe bidin û jiyana xwe rizgar bikin. Ji bo ku azad bijîn, hewce ye jiyan û pergaleke azad, wekhev, demokratîk ava bike. Hewcehî bi birêxistinbûn û têkoşînê heye.Heya ku ev neyên pêkanîn, jin wê li her derê rastî her cure êrîşan werin.

Niha helbet ew bûyera Şirnexê pir girîng e. Her wiha ev demeke dirêj e li Kurdistanê gelek bûyerên tacîz û tecawizê rû didin. Dengê civakê li hemberî van polîs û leşkerên ku endamên şerê taybet in, dernediket. Leşkerekî şerê taybet destdirêjiya jinekê kir. Gel û ciwanên Şirnexê rabûn ser piyan û ew leşkerê nemerd lînç kirin. Xwezî bikuştana. Bi rastî gel û ciwanên Şirnexê derseke dîrokî dan.

Hewce ye ev yek li her derê wisa be. Gava kesekê ji jin, keç û zarokekê re gotineke nebaş dike? Bi çavekî xirab lê dinêre? Hewce ye were lînçkirin yan jî kuştin. Ev helwesteke gelekî girîng e. Hewce ye ev yek li her derê pêş bikeve. Ji ber vê yekê hewce ye jin li her derê xwe bi rêxistin bikin û xweparastinê ava bikin. Pêngava Jin Jiyan Azadî bi awayî dikare encamên serkeftî bi dest bixe. Yanî bi birêxistinbûnê, avakirina xweparastinê, têkoşînê û avakirina jiyan û pergala azad û demokratîk, dikare pêngava Jin Jiyan Azadî pêk were. Bi vî rengî pêngav wê bi ser bikeve.

TÊKILDARÎ CIWANAN

Ciwanan di Newrozê de, di van hilbijartinên xwecih ên 31'ê Adarê de, dema ku hewl hat dayîn îradeyê wan li Wanê bê desteserkirin, li Şirnexê, li Colemêrgê, li Êlihê, li Rihayê, bi gotineke dî hema hema li her devera Kurdistanê û li Tirkiyê helwesteke pir birûmet nîşan da, têkoşîn û berxwedaniya ciwanan derkete holê. Ev gelek bi wate bû. Ji ber vê yekê ez ciwanan pîroz dikim. Sekneke gelekî watedar nîşan dan. Rola ciwanan a di encama berxwedana Wanê de tevî jinan gelekî girîng bû. Dîsa em dizanin ku li Colemêrg, Şirnex û li hemû Botanê li dijî hewla desteserkirinê û dagirkeriyê sekn û têkoşîneke pir xurt a ciwanan heye. Me dît, me bi çavên serê xwe dît, me temaşe kir. Ev gelek bi wateye. Wekî ku li Bakure Kurdistanê, li bajarên Tirkiyeyê artêşeke ciwanan ava bûye.

Ez dikarim vê ji bo ciwanan bibêjim. Ciwan bi rastî jî hêzên herî dînamîk ên civakê ne. Mîna ku dibêjin ciwan mêrxas in. Bi gotineke din xwîna wan germ e. Di vê wateyê de kelecanî ye, bi coş e, zindî ye, dînamîk e, ji dil e, çav tarî ye, lêgerînvan e û bi azwer e. Ev hemû taybetmendiyên ciwanan in. Em hemû di wê pêvajoya ciwantî de derbas bûn. Em bûn xwedî wan tecrûbeyan. Ev gelekî girîng in.

Dînamîzma têkoşînê ye. Hêviya nêrînek azad e.Ciwan siberoja van gelan in. Siberoja gelan e. Siberoja azadiyê ne. Ew garantiya siberoja azad in. Di vî alî de ez dikarim vê yekê ji bo ciwanan bibêjim. Divê ciwan li her derê bi xurtî beşdarî têkoşîna azadiyê bibin. Yên ku dikarin werin çiyê, divê were çiyê. Divê jin û mêrên ciwan tevlî têkoşînê bibin. Divê li dijî vî dijminê mêtinger û qirker îrade û helwesteke mîna berxwedêrên Zap û Metîna nîşan bidin û bibin hevparê vê berxwedanê. Yên ku nikaribin werin Başûrê Kurdistan, Bakurê Kurdistan û Kurdistanê li ku bin dikarin bi rehetî li cihê lê ne welatê xwe biparêzin. Me ev yek li Wanê, li Şirnexê, Colemêrgê û Êlihê dît. Me ev yek li her derê dît. Ciwan li ku bin jî dikarin pir baş welatê xwe biparêzin. Dikare îradeyeke mezin a berxwedanê û têkoşînê nîşan bide û gelê xwe, siberoja xwe û nirxên xwe biparêz e.

Di vê wateyê de divê ciwan her destê ku li dijî gelê me, li dijî zarokan, li dijî jinan, extiyaran, li dijî gelê me bi tevahî dirêj dibe, bişkênin. Divê li dijî vî dijminê mêtinger, qirker bi xurtî têbikoşe. Divê her cihî veguherîne qadên çalakiyan. Divê her cihî veguherîne qadên serhildanê. Ji bo gel rakin serhildanê divê pêşengiyek xurt bê kirin. Ma eger ciwan vê yekê nekin, kî wê bike? Ev karê ciwanan e.

Ev rejîma mêtinger, qirker polîtîkayên xwe yên qirkirinê ji gelek aliyan ve dimeşîne. Mînak qirkirina leşkerî, qirkirina civakî, qirkirina çandî, bi hezar û yek rêyên cuda qirkirina aborî, ekolojîk pêk tîne û niha jî li dijî ciwanan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Mînak tiryak, ev polîtîkayeke qirkirinê ye, ciwanan hedef digire. Li her deverê, li her derê Kurdistanê, li her kolanê bazirganên tiryakê hene. Polîs hemû bazirganên tiryakê ne. Leşker hemû bazirganên tiryakê ne.

Bi vî awayî hin meleyan jî bi kar tînin. Karmendên dewletê wiha bi kar tînin. Hemû jî personelên şerê taybet in. Li Kurdistanê zarokên Kurdan hêj di temenê biçûk de hînê tiryakê dikin. Ciwanan hînê tiryakê dikin. Hewl didin wan ji têkoşîn, nirx, çand û civakbûnê dûr bixin. Di ciwanan de hêza îradeyê dişikînin, kesayetiya wan parçe dikin. Wan dejenere û bêesil dikin. Pêwîste li dijî tiryakê, fûhûş, destavêtin û koçberiyê helwesta xwe nîşan bidin.

Mînak divê wisa bê kirin ku polîsek, leşkerek û endamek şerê taybet û bazirganekî tiryakê, bi cesaret nekaribe li ti kolaneke li Kurdistanê tiryakê bifiroşin. Divê ciwan hemû kolanên Kurdistanê ji bazirganên tiryakê û endamên şerê taybet paqij bike. Divê hemû kolan, hemû qad, hemû tax, hemû bajarok û bajarên Kurdistanê ji tecawizkaran, endamên şerê psîkolojîk ên taybet, baronên tiryakê û ji bazirganên tiryakê paqij bike. Divê li dijî wê têkoşîneke pir xurt bimeşîne. Divê ciwan di nava xwe de xwe bi rêxistin bikin. Ne hewce ye ku kesek fermanê bide ciwanan. Ne hewce ye ku kesek ciwanan bi rêve bibe. Ciwanên me bi rastî jî ciwanên herî polîtîk ên cîhanê ne. Ciwanên Kurd ciwanên herî polîtîk û têgihîştî yên cîhanê ne.

Li her derê dikarin bi hêsanî xwe birêxistin bikin. Dikarin komîteyan ava bikin, dikarin meclîsan ava bikin. Dikarin yekîneyên xweparastinê ava bikin. Dikarin civaka Kurd biparêzin. Li dijî her cure êrîşa dijmin, jinên ciwan an jî mêr dikarin jinên Kurd biparêzin. Dikarin hemû kolan, bajar û bajarokên Kurdistanê ji van êrîşên şerê taybet ê psîkolojîk paqij bikin. Ez bawer dikim ku ciwan dê vê yekê bikin. Û ez bang li ciwanan dikim ku vê têkoşînê bimeşînin.

LI SER ALOZIYA NAVBERA ÎSRAÎL Û ÎRANÊ

Di derketina şerê Îsraîl û Hamasê de êdî bi awayekî zelal diyar dibe ku Tirkiye li pişt êrîşa Hamasê ye. Ji bo ku plana xeta enerjiyê ya ku li ser Hîndistanê ber bi Îsraîlê ve û piştre li ser Yewnanîstanê ber bi Ewropayê ve ku di lûtkeya G20’ê de hatibû diyar kirin bê sabote kirin e. Di heman demê de Îsraîlê têkiliyên xwe yên bi welatên Ereb re gav bi gav baş dikir. Lihevkirin jî çêbûbûn. Dewleta Tirk jî ji ber vê nerehet bû.

 Ji ber ku Îran jî li herêmê hem ji bo hêzên navneteweyî hem jî ji bo DYE’ê wê biba hêza diyarker. Hinek wê herêm li ser Îsraîlê teşe bigita. Bera xeta enerjiyê jî diguherî. Ev yek jî wê dahateke aborî ya mezin ji bo Îsraîlê anîba û hêza wê mezin kiriba. Pozîsyona jeopolîtîk û jeostratejîk a Tirkiyeyê jî wê li paş mabûya. Ji xwe ev dewleta netewe-faşîst a Tirk, rejîma heyî ya faşîst, mêtinger û qirker nekarî vê yekê tehemûl bike û qebûl bike. Li dijî vê yekê ket nava lêgerînê û di vir de rol lîst.

Niha jî ji bo belavbûna vî şerî roleke provokatîf dilîze. Çapemeniya Tirk bişopînin, bi rastî jî ji bo şer di navbera Îsraîl û Îranê de derkeve her tiştî dikin. Banga şer dikin. Rojê 24 saetan, her roj weşanê dike. Hemû jî weşanên provokatîf in. -

Ji şerê ku wê belav bibe jî hêviyek wan ya wiha heye. Bi vî şerî re wê Îran jî qels bibe. Ji ber ku Îran jî li herêmê weke hevrikekî dibînin. Îran jî li herêmê hêzeke hegemonîk e.

Hegemonya Îranê ya li herêmê jî qebûl nake. Ji xwe nakokiyên dîrokî jî hene. Her wiha hegemoniya Îsraîlê ya li herêmê jî qebûl nake. Ji ber ku pozîsyona wan a jeopolîtîk dikeve xeteriyê. Di vê wateyê de dixwaze Îsraîl jî û Îran jî Îran qels bibe. Difikire bi qelsbûna van hêzan re wê li herêmê ji bo wî qadek vebibe. Ji ber ku bi xwe welatekî NATO'yê ye. Difikire ku NATO û DYE’ê wê qada vala bi Tirkiyeyê tejî bike.

Ew difikire ku Emerîka dê berê xwe û giranî bide Pasîfîka Rojhilat. Difikire wê giranî bide Asya, Asyaya Dûr. Di wê hesabê de ye ku Emerîka li herêmê koalîsyonekê ava bike û valahiya ku çêbibe bi xwe dagire.

Tevî wê eger şerekî bi vî awayî belav bibe, hesab dike ku wê êrîşên Îsraîlê ên qirkirinê mîna firsendekê bibîne û bi rehetî êrîşên qirkirinê yên li Başûr, Sûriyê, Bakur-Rojavayê Sûriyeyê pêk bîne.

Her wiha hesab dike ku ew ê heman siyasetê li Kafkasan jî bimeşîne. Îran hewl dide li Kafkasyayê bi Ermenîstanê re xetekê çêbike. Li ser rêya Zengazûrê wê xetekê ava bikin. Tirkiye dixwaze li wê derê bi welatên Komarên Tirkiyeyê re xeteke enerjiyê ava bike. Bi Rûs, Komarên Tirkiyeyê û Azerbaycanê re di nava lêgerîneke bi vî rengî de ye.

Di nava lêgerîna rêyên alternatîf de ye. Ji xwe ev projeya ‘rêya pêşketinê ya Bexdayê’ jî parçeyek ji vê ye. Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze ev şer berfireh bibe. Provoke dike, roleke gelekî provokatîf dilîze.

Haya Îranê ji vê heye. Bi qasî ku em dibînin, rewş bi vî rengî ye. Îran jî ne di pozîsyoneke xurt de ye. Bi salan e li ser Îranê ambargoya aborî, çekan û dîplomatîk ên piralî hene. Di vê aliyê de krîzeke cidî ya aboriyê dijî. Ji aliyê aboriyê ve di nava tengasiyekî de ye. Her wiha mûxalefet bi salan e li Îranê ser piyan e. Mûxalefeta civakî gelekî xurt bûye. Nerazîbûn gelek zêde ne. Rêvebereke demokratîk dixwaze. Gelên Îranê û civaka wê siyaseteke demokratîk dixwazin. Reformê dixwaze. Di salên dawî de serhildanên Jin Jiyan Azadî û şoreş, di nava civakê de daxwazeke pir cidî ya guhertin, veguhertin û demokratîkbûnê derxist holê. Ji ber vê yekê, li hemberî desthilatdariya heyî jî bêbawerî û nerehetî heye. Di vê mijarê de jî zehmetî heye. Zexteke civakî jî heye. Ji ber vê yekê, dema van pirsgirêkan hemû tîne ba hev, Îran jî di nava van şert û mercan de şer naxwaze. Gelekî bi baldarî nêzî wê dibe. Ne alîgirê belavbûna şer e.

Rewşa Îsraîlê jî, ev êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Xezeyê bi rastî jî şerekî qirkirinê li dijî Fîlîstîniyan meşand. Lê belê Îsraîl bi xwe jî zerareke mezin dît. Îsraîl ji aliyê aborî û leşkerî ve hilweşiya. Di vê rewşê de Îsraîl jî gelek bêhêz bûye. Eger desteka Emerîka û welatên Rojavayî nebin Îsraîl nikare li ser piyan bimîne. Îsraîl nikare vî şerî li Xezeyê bimeşîne. Ev rastiyek e. Rewşa Îsraîl bêhtir bi vî rengî ye, di rastiyê de bi zêdekirina vê rageşiyê bi Îranê re hewl dide desteka DYE’yê û piştgiriya welatên Rojavayî bi dest bixe. Lê Îsraîl jî ne di wê pozîsyonê de ye ku niha şerekî berfireh bi Îranê re bike. Lê belê eger Emerîka tevlî vî şerî bibe, Îsraîl jî dikare bike. Lê bi qasî ku em dibînin Emerîka jî bi baldarî nêzî wê dibe. Bi lez tevnagere. Emerîka hewl dide nîyeta xwe hinekî veşêre.

Di rastiyê de niha di navbera Îsraîl û Îranê de rewşeke şer ê negerm heye. Rewşeke pevçûnê heye. Lê belê naxwazin di vê qonaxê de veguherînin şerekî ewçend vekirî û berfireh. Di vê mijarê de nêzîkatiyeke bi vî rengî ya baldar heye. Îsraîl û DYE’yê polîtîkayeke ku Îranê qels bike, ji hev bixe, teslîm bigire dimeşînin. Şer jî weke parçeyek ji vê polîtîkayê dimeşîne. Rewşeke bi vî rengî heye.

Lê niha Tirkiye bi rastî jî dixwaze ev derkeve û belav bibe. Ji ber tiştên berî niha min gotibûn ji xwe re hêviyan çêdike. Wisa difikire ku berjewendiya wî di vir de ye. Û ji ber vê yekê bi vî awayî rolekî xerab dilîze.

Lê belê, em weke tevger tevgereke li dijî şer in. Têkoşîna ku em dimeşînin jî bi rastî têkoşîna xweparastinê ye. Di vê wateyê de li herêmê rijandina xwînê û belavbûna şer ne ji bo berjewendiya Kurdan û ne jî ji bo berjewendiya gelên herêmê rast nabînin. Ji ber ku şer dibe sedem ku gel winda bike. Ev gel bi rastî jî êdî ji xwînê têr bû, gelek xwîn hat rijandin. Ev ax ji xwînê têr bû. Êdî teqeta gel li hemberî rijandina xwînê nemaye. Nikare rake. Lewma em li dijî şer in. Li her derê stratejiya me demokrasî ye, çareserkirina pirsgirêkan li gorî feraseta sîstema demokratîk, konfederal e. Çareseriya pirsgirêkan li ser bingeha demokratîk, bi rêya muzakereyên siyasî demokratîk e. Şer ji bilî emperyalîst, qirker û mêtingeran ti sûda wê ji bo gelan nîne. Em jî tevgereke gel in. Lewma em li dijî şer in. Helwesta me wisa ye.