Bendava Tişrînê ji xizmetê derket

Desteya Enerjiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bendava Tişrînê ji xizmetê derket.

Bendava Tişrînê ji xizmetê derket
10 kanûn, 2024   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Enerjiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û derketina bendava Tişrînê ji xizmetê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ji vê sibehê de bendava Tirşînê de bombebaran dikin. Di encamê de bendav bi temamî ji xizmetî derket. Turbîna sêyemîn dihat sererastkirin. Lê bi derketina bendavê ji xizmetê û zirarên pê bûne, bendav bi tevahî tevî alavên kehrebê rûbirûyî gefa noqbûnê ye.

Desteyê bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku bi awayekî lez destwerdanê bike ku karesateke mirovî li herêmê çênebe û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî avahiyên xizmetguzariyê û bendavan bi dawî bike."

(fr)