Li Pakistanê teqîn: 17 mirî

Li Pakistanê di encama teqînekê de bi kêmanî 17 kes mirin û nêzî 15 kes birîndar bûn.

 Li Pakistanê teqîn: 17 mirî
9 mijdar, 2024   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku di encama teqînekê de ku li li başûrê rojavayê Pakistanê çêbûye, herî kêm 17 kes mirine û nêzî 15 kes jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya AFPˈê ku agahiyên xwe spartine polîsên Pakistanê, teqîn li stasyona sereke ya trênan a li parêzgeha Belûçistana Pakistanê çêbûye.

Berpirsê polîsên Pakistanê ji medyaya xwecih re diyar kir ku di teqînê de heya niha 17 kesan jiyana xwe ji dest daye û got: "Em dixebitin da ku sedema teqînê diyar bikin."

Li gorî rayedarên xwecih, dibe ku bîlanço girantir bibe.

(bb)