Bafil Talebanî bi boneya Newrozê peyamek da

Serokê YNK’ bi boneya cejna Newrozê û sersala Kurdî banga yekitî û yekrêziyê li partiyên siyasî kir û got, “Divê em hemû bi hev re bixebitin da ku gelê xwe ji xeteriyên ku herêmê dorpêç kirine biparêzin.”

Bafil Talebanî bi boneya Newrozê peyamek da
20 adar, 2026   23:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî bi boneya Cejna Newrozê û Sersala Kurdî peyamek pîrozbahiyê weşand.

Bafil Talebanî got; “Ev cejn bi salvegera serhildana “Kerkûka Qudsa Kurdistanê” re hevdem e, ku ji bo gelê Kurd bûyerek girîng a neteweyî ye. Cejna Newrozê ji bo Kurdan ne tenê cejnek e, lê belê sembola aştî, biratî û yekitîya gelê me ye jî.

Ev Newroz me teşwîq dike ku em bi heman ruhî, bi hev re bixebitin da ku aramiya welat biparêzin û xizmeta gelê xwe yê xoşewîst bikin.”

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî pabendbûna xwe ya bi yekitî û hevgirtina neteweyî di navbera partiyên siyasî de jinûve tekez kir û bang li partiyên Kurdan kir ku "di vê dema hesas de ku herêm di rewşek xeternak re derbas dibe, ji bo parastina netewa me li beramberî her gefê divê aliyên Kurd yekdeng bin."