Artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê li dijî El Cemaa El Îslamiye êrişek pêk anî

Artêşa Îsraîlê êrişeke hewayî û bejayî li Beyt Cin a li gundewarên Şamê pêk anî, di encamê de hejmarek endamên ‘El Cemaa El Îslamiye’ hatin kuştin û depoyeke çekan jî hate wêrankirin.

Artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê li dijî El Cemaa El Îslamiye êrişek pêk anî
10 sibat, 2026   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro hûrgiliyên êrişeke ku hefteya borî li Sûriyeyê pêk anîbû, aşkera kirin û diyar kir ku "di êrişeke şevê de li başûrê Sûriyeyê, depoyeke çekan a girêdayî El Cemaa El Îslamiye hate wêrankirin.”

Artêşê diyar kir ku devera êriş lê pêk ahtiye, li bajarokê Beyt Cin a li gundewarên Şamê bû, gelek çek lê hebûn.

Li gorî berdevkê artêşê Avichai Adraee, di dema êrişê de hêzeke Îsraîlê ya bejahî jî derbas bû da ku "depoyeke çekan a girêdayî El Cemaa El Îslamiye bibîne û wêran bike".

(k)