Artêşa Îsraîlê gundên Derayê gulebaran kirin

Li Derayê artêşa Îsraîlê derdora gundê Mariyê gulebaran kir û hêzên UNDOF’ê binpêkirinên hêzên Îsraîlê belge kirin.

Artêşa Îsraîlê gundên Derayê gulebaran kirin
21 tîrmeh, 2026   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji Derayê agahî da ku artêşa Îsraîlê li Sekena El Cizîre îro sibehê derdora gundê Mariye yê herêma Hewd El Yermûk a li rojavayê Derayê gulebaran kir.

Her wiha hêzên UNDOF’ê duh bi şev derbasî bajarokê Cumle yê Derayê bûn û binpêkirinên hêzên Îsraîlê belge kirin.

Duh bi şev dema ku hêzên artêşa Îsraîlê derbasî bajarokê Cumle bûn, şêniyan bi keviran rê girt û hewl da hêzên Îsraîl asteng bikin. Di encamê de zarok û ciwanek birîndar bûbûn.