Artêşa Îsraîlê deriyên sînor ên navbera Sûriye-Lubnanê bombebaran kirin

2 deriyên sînor ên navbera Sûriye û Lubnanê de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin bombebarankirin.

Artêşa Îsraîlê deriyên sînor ên navbera Sûriye-Lubnanê bombebaran kirin
19 cotmeh, 2024   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê derengî şevê du deriyên sînor ên nefermî yên navbera Sûriye-Lubnanê bombebaran kirin.

Li gorî SOHR,  deriyên sînor ê li herêma Qebeş ê nêzî bajarokê Qeser ê Lubnan û deriyekî din li herêma Qesîr ê başûrê rojavayê Humisê hatin bombebarankirin.

Têkildarî qurbaniyan agahî nehatin parvekirin.

Li gorî SOHR, artêşa Îsraîlê ji destpêka vê Cotmehê ve 24 êriş (21 hewayî û 3 bejahî) li Sûriyeyê pêk aniye.

(bb)