Agirê Newrozê li Lubnanê hate dadan

Kurdistaniyên li Lubnanê Newroz pîroz kir û diyar kir ku Newroz ji bo xurtkirina têkiliyên civakî û çandî di navbera Kurdan û civakên Lubnanê de firsendek e.

Agirê Newrozê li Lubnanê hate dadan
Agirê Newrozê li Lubnanê hate dadan
Agirê Newrozê li Lubnanê hate dadan
Agirê Newrozê li Lubnanê hate dadan
Agirê Newrozê li Lubnanê hate dadan
Agirê Newrozê li Lubnanê hate dadan
22 adar, 2024   11:08
BEYRÛT
RANIYA UBEYD

Bi hezaran kurdistaniyên li Lubnanê û dostên wan ber bi herêma Multeqa El Nehrên a li Damûrê ve herikîn, ji bo ku tev li şahiya Newrozê bibin ku Komeleya Çandî ya Newrozê organîze kiriye. Partî, hêzên siyasî yên Lubnanê û komeleyên Kurd, tev li şahiyê bûn. 

Piştî dadana agirê Newrozê, gelek axaftin hatin kirin, di axaftinan de Newroz li gelên berxwedêr hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku teqez serkeftin dê bi dest bikeve û agirê Newrozê dê li hemberî dagirkeran her û her gur be.

Her wiha serokê Komeleya Newroz a li Lubnanê Cemal Hesen ji ajansa me re axivî û got: "Em bi hev re dijîn, hewl didin ku rêveberiyek û statûyek ji xwe re ava bikin ruxmî dagirkeran. Em bi hêvî ne, Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehên dagirkera Tirk azad bibe."

Seroka Komeleya Jinan a Jîn Buşra Elî jî got: "Newroz, vejîn e. Sembola serkeftina başiyê ye. Em pê bawer dikin û hêvî dikin ku azadî, aramî, wekhevî li welatê me vegere."

Li Lubnanê Newroz ji bo xurtkirina têkiliyên civakî û çandî di navbera kurd û civakên Lubnanê de û sepandina jiyana aştiyane firsendek e. Her wiha giyanê erênî û pêşbiniyê rave dike.

(şx)

ANHA