Agir bi daristana geliyê El Nasara ketiye

Şêniyên bajarokê geliyê El Nasara yê Humsê bang kir ku demildest destwerdan bê kirin ji bo ku şewatê çêbûye û yê nêzî malên wan dibe, bê vemirandin. Lê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê di çûyîna hawara şêniyan de dereng dixe.

Agir bi daristana geliyê El Nasara ketiye
22 îlon, 2025   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li geliyê El Nasara yê Humsê yê ku piraniya niştecihên wî xiristiyan in, ev 2 roj e, şewat berdewam e û zeviyên li nêzî malan daye pêşiya xwe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şêniyên bajarokê Nemra yê geliyê El Nasara bangewazî kirine û hişyarî dane ku agir nêzî malên wan bûye û dûman li her derê belav bûye û gelek şênî bêhna wan teng bûne.

Şêniyan bang kir ku demildest destwerdan bê kirin nemaze ku ji ber bayê, şewat nêzî malên wan bûye. Her wiha diyar kirin ku divê balafir jî mudexeleyî vemirandina şewatê bikin beriya ku bigihêje malên wan.

Şêniyan bang li xwediyên sahrîcan kirin ku avê bibin herêmê û alîkariya wan bikin ji bo ku şewatê vemirînin.

Li gelek herêmên Sûriyeyê yên li peravê, Hema û Humsê ji yekşemê ve, şewat dest pê kiriye. Lê Hikumeta Veguhêz di çûyîna hawara şêniyan de dereng dixe.

(şx)