Li Til Hemîsê jinek hat qetilkirin

Li bajarê Til Hemîsê jinek hat qetilkirin. Di wê çarçoveyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsîn û lêkolînan kir.

Li Til Hemîsê jinek hat qetilkirin
22 îlon, 2025   22:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê jinek hat qetilkirin. Der barê bûyerê de tu agahiyên teqez nehatin zanîn.

Agahiyên ne teqez dibêjin ku jin ji aliyê hevjînê wê ve hatiye qetilkirin.

Girêdayî wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsîn û lêkolînan kir.

(mh)

ANHA