Li navçeya Şedadê welatiyek şehîd bû-hat nûkirin

Li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê topek ku jêdera wê nayê zanîn, li nêzî mala welatiyekî ket û di encamê de xwediyê malê şehîd bû.

Li navçeya Şedadê welatiyek şehîd bû-hat nûkirin
26 kanûn, 2023   15:08
HESEKÊ

Topek ku jêdera wê nayê zanîn, li nêzî mala welatiyê bi navê Salih El Selîm a li kolana bakurê navçeya Şedadê ket û di encamê de şehîd bû.

Salih El Selîm rakirin nexweşxaneyê lê belê di rê de beriya ku bigihêje nexweşxaneyê şehîd bû.

(şx)

ANHA