858 penaberên iraqî ji kampa Holê derketin

858 penaberên iraqî yên di kampa Holê de hatibûn bicihkirin, ber bi welatê xwe ve bi rê ketin.

858 penaberên iraqî ji kampa Holê derketin
858 penaberên iraqî ji kampa Holê derketin
858 penaberên iraqî ji kampa Holê derketin
858 penaberên iraqî ji kampa Holê derketin
858 penaberên iraqî ji kampa Holê derketin
858 penaberên iraqî ji kampa Holê derketin
1 kanûn, 2025   13:11
HESEKÊ

Di çarçoveya hemahengiya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê de, beşeke din a malbatên iraqî ji kampa Holê ber bi Iraqê ve hat birêkirin.

240 malbat (858 kes) di bin parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ber bi Iraqê ve hatin şandin.

Bi vê yekê ji destpêka îsal (2025) ve 14 caran malbatên iraqî ji kampê hatin derxistin û ji destpêka vegerandina malbatên iraqî yên li kampê bo warên an ku ji destpêka 2021’ê ve, ev beşa 31’an e.

(bb)