8 Leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Di êrişa Îsraîlê li dora Şamê de 8 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn û zirarên madî li cihê êrişê hatin.

8 Leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
3 gulan, 2024   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyeke leşkerî got: "Duh saet di 22:05`an de dijminê Îsraîlî ji Colana dagirkirî ve, dora Şamê bombebaran kir. Di encamê de 8 leşker birîndar bûn û zirarên madî çêbûn."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh dengê teqînan ji başûr û başûr rojavayê Şamê hatiye bihîstin û hate diyarkirin ku ew deng di encama êrişa Îsraîlê li dijî navenda perwerdeyê ya muxabarata giştî de bû. SOHR`ê bibîr xist ku Hizbullahê Lubnanî ji 2014`an ve dest daniye ser vê navendê û kiriye navenda xwe û ev navend nêzî bajarokê Necha yê gundewarê Şamê ye.

Hemwextî wan teqînan balafirên bêmirov ên Îsraîlê li asîmanê herêmê digeriyan.

(şx)