3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn

Di êrişeke li bajarokê Ebrîha yê kantona Dêrazorê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
5 tebax, 2025   16:07
DÊRAZOR

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku îro saet di 13:00’an de li bajarokê Ebrîha yê kantona Dêrazorê “komeke terorîst” êrişî erebeyeke hêzên wan kiriye.

Li gorî daxuyaniya fermandariyê, êrişkarên li motorsîklêtekê siwar bûbûn, bi çekên otomatîk gule li erbeyeke hêzên wan reşandine û di encamê de 3 endamên wan birîndar bûne.

Fermandariyê da zanî ku “piştî êrişa terorîstî, hêzên me seferber bûn, dewriyeyên hevbeş ava kirin û ber bi cihê êrişê ve çûn û dest bi operasyonên berfireh ên şopandinê kir.

Di dawiya daxuyaniya fermnadariyê de jî hate gotin: “Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gelê xwe yê li Dêrazorê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re piştrast dikin ku em ê erka xwe ya parastina ewlehî û aramiyê bidomînin, êrişên terorîstî yên bi vî rengî dê me ji şopandina kesên ku cesaret dike gefê li ewlehiya herêmên me û ewlehiya gelê me bixwe, dûr nexin.”