YPJ: Elefterya Hambî îfadeya gerdûnîbûyîna YPJ’ê ye

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê şoreşgera enternasyonalîst Elefterya Hambî bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku Elefterya Hambî îfadeya gerdûnîbûyîna YPJ’ê ye.

YPJ: Elefterya Hambî îfadeya gerdûnîbûyîna YPJ’ê ye
3 tebax, 2023   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî şoreşgera enternasyonalîst Eva Maria Steiger (Eltefrya Hambî) ya ku 25'ê Mijdara 2019'an li Garê şehîd bibû, daxuyaniyek da. YPJ'ê got: "Em gelek şanaz in ku me bi şoreşgera enternasyonalîst Elefterya re hevaltî kir û em ê girêdanbûna xwe ye bi şehîdan re bi serxistina têkoşînê re tacîdar bikin."

Daxuyanî wiha ye:

''Şoreşa Jin a Rojava di tevahî cîhanê de deng veda û ji jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide re bû hêviya jiyaneke bi wate. Pergala modernîteya kapîtalîst her çiqasî xwe weke vebijêrkekî dayne holê jî lê legera jinan a heqîqetê di her dema dîrokê de bê navber xwe domandiye.

Şoreşgera Enternasyolîst Elefterya Hambî weke jineke Alman, li hemberî pergala ku jinê mahkûmê tûne bûnê dike, têkoşîneke bêeman da meşandin. Beriya ku beşdarî nava refên YPJ’ê bibe, li Almanyayê li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst  rêyeke têkoşînê geryaye û ji ber vê sedemê jî di nava komên anarşîst de cihê xwe girtiye. Piştî wê jî bi pêkhatina şoreşa Rojava re hemû xewn, xeyal û ûtopyayên ku hevrê Elefterya tewessira wan dikir, şênber bû. Bi dengvedana têkoşîna ku li ser vê axê tê meşandinê re jî hevrê Elefterya stargeha xwe ye jiyanê nû da dît û li ser vê bingehê berê xwe de nava refên YPJ’ê.

Hevrêya me Elefterya bi kesayeta xwe ye wêrek, dilsoz û sozdar re di nava refên YPJ’ê de, bû îfadeya gerdûnî bûyîna birdoziya rizgariya jinê. Şoreşgera Enternasyolîst Elefterya Hambî lêgera xwe ye jiyana azad li erdnîgariya Kurdistanê bi wate kir.  Hevrê Elefterya di têkoşîna doza azadiya gelê cîhanê de Kurdistan ji xwe re kire navenda esasî. Ji ber ku di wê zanebûnê de bû, ger  ku di landika mirovahiyê de mafê jinan were  binpêkirin, wê tu car azadî li tevahî cîhanê serwer nebe. Bi vê bîr û baweriya ji pêşerojên azad re bi fedakariyeke mezin, di her kêliya jiyana xwe de ji bo azadiya jin û civakan bi kedêke  bêhempa tekoşîn kir. Hevrê Elefterya heta dawiyê bi pîvanên rast a azadiyê re girêdayî bû û kesayeta xwe jî li gorî pîvanên paradîgmaya civakeke demoktarîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê avakiribû. Pejirandina wê ya a paradîgmayê di her kêliya jiyanê de bi avayekî şênber dihate dîtin. Girêdanbûna wê ye ji hevaltiyê re hem dema  ku jiyan dikir hem jî bi şehadeta wê re cardin bi avayekî vekirî rihê mirovê azad da nîşan dide.  Di heman demê de dilsoza mirovahiyê hevrê Elefterya, di pêngava tune kirina DAIŞ’ê de jî bi awayekî çalak rola xwe leyîst. Li hemberî hêza herî tarî a cîhanê bi rihê azadiya tevahî gelan şerê rûmeta mirovahiyê dameşandin. Ji ber hevrê yên weke Elefterya têkoşîna me ye li hemberî DAIŞ’ê gihîşte van rojan. Em ê weke hevrê yên Elefterya herdemê axa welatê xwe li hemberî êrişan biparêzin.

Hevrê Elefterya piştî têkoşîna ku li hemberî DAIŞ’ê da meşandin, şûnda berê xwe da çiyayên Kurdistanê û têkoşîna xwe ye azadiya gelan de gihîşt merheleyeke din û di şîverêyên çiyayên Kurdistanê weke ku bi hezaran salanê li benda vê meşa azadiyê bû, bê ku xerîbiyê bikşîne bû têkoşera doza azadiya gelan. Ya ku wê ber bi çiyayên azad ve bir birdoziya Rêber Apo bû, Elefterya ji vê dozê bawer meşa xwe ye bê dawî heta hênaseya xwe ye dawî bi avayekî serkeftî bicih anî û di sala 2019’an de li çiyayên Kurdistanê tevlî karwanên şehîdan bû. Têkoşîna hevrê Elefterya a ku hemû sînorên ku bi destê hêzên hegemon hatibû xêz kirin, tarûmar kir. Em gelek şanaz in ku me bi şoreşgera enternasyonalîst Elefterya re hevaltî kir û em ê girêdanbûna xwe ye bi şehîdan re bi serxistina têkoşînê re tacîdar bikin. Em weke YPJ’ê ji bo malbata hêja a hevrê xwe Elefterya Hambî û tevahî gelê cîhanê yên ku xwedî nirxên azadiyê derdikevin re sersaxiyê dixwazin. 

Weke YPJ’ê em ê herdem azadî û aramiya tevahî jinan bikin bingeha esasî a têkoşîna xwe. Wê ji bo me hevrê yên weke Elefterya di avakirina pergala konfedaralîzma demokratîk  bibin çavkaniyeke esasî.''

(bb)