Di êrişên Rûsyayê yên li Idlibê de kuştî û birîndar çêbûn

Di êrişên hewayî yên Rûsyayê yên li djiî Cisir Şixûr û derdora Idlibê yên li bakur rojavayê Sûriyeyê de 2 kes hatin kuştin.

Di êrişên Rûsyayê yên li Idlibê de kuştî û birîndar çêbûn
25 hezîran, 2023   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê li dijî devera Cisir Şixûr a girêdayî bajarê Idlibê û derdora Idlibê êriş pêk anîn. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û zêdetirî 16 kesên din birîndar bûn. Hate ragihandin ku bombebaran li dijî sûka sebzeyan a li derdora Cisir Şixûr a rojavayê Idlibê pêk hatiye.

Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê jî derdora Idlibê, derdora Kebane ya çiyayê Ekrad ê li bakurê Lazîqiyê ku dikevni nava herêma “bêçek” bombebaran kirin.

Duh jî di encama êrişên hewayî yên Rûsyayê yên li dijî gundê Besbet ê rojavayê Cisir Şixûr de 2 welatî hatibûn kuştin, hejmarek din jî birîndar bibû.

(c)